Li ser şehid kirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser mêzê giftugoyê ji aliyên qatilên rejîma xwînxwar a Cumhuriyeta İslamî ya Îranê ve, 37 sal derbas bûn.
Axundên kevneperestên Îranê wekî karbidestên berê a wî welatê, dixwastin bi teror kirina rêberên Kurd pêşiya xebata rizgariya Kurdistana Rojhilatê bigrin. Lê belê çawa şahên xwînmijên Îranê nikaribûn bigijine armancên xwe, rejîma Xumeyniyê kevneperest jî negihişt. Hevsengerên şehîd Qasimlo, di hetûmeşên stratejik, ku Qasimlo daniye, xebata azadiyê berdewam kirin, nehiştin, ku sengerê şehîdan vala bimine û bi vi awayî hewn û xeyalen rejima Cumhuriyeta Îslamî pûç kirin.
Bi şehîd kirina Dr. Qasimlo ne tenê xebata azadixwaziya Kurdistana Îranê têkneçû, her usa berbelav bû û pêşve çû. Bi hezaran xort û lawên Kurd bûne Pêşmerge û dibine cangoriya gel û welatê xwe. Gelê Kurdistana Rojhilatê jî, ji berê bi hêztir hatiye meydana xebatê û bi xebatên cur bi cur daxwaza mafên xwe yên netewî û demokratîk dikin.
Paş 37 sal, îro rewşa Rojhilata Navin aloztir û rejîma Îslamiya Îranê lawaztir bûye. Rewşa Îranê paş êrişên esmanî yên Amerika û İsrailê roj bi roj xiraptir dibe, ber bi têkçûnê diçe. Xebata hevsengerên Qasimlo, ku di rêbaza wî da berdewam kar û xebat dikin roj bi roj xurttir dibe.
Paş 37 sal, girîngiya bîr û boçûn û peşniyarên siyasî yên Qasimlo bona çareser kirina pirsa Kurd li Îranê, îro ji her demê diyartir e.
Em carekî dinê li ber hizura Dr. Qasimlo û hemu şehidên Kurdistanê, ku bi xwîna xwe ve dara azadiyê bilindtir û şîntir kirine, qirnoş dibin.
Şehîd Qasimlo her tim digot, ku “baştirin padaş bo şehîdan berdewam kirina rêka wan e.”
Em piştrast in nêviyên Pêşava, hevsenger û şagirtên Qasimlo û Şerefkendî, bi azad kirina Kurdistana Rojhilatê ve tolayê Dr. Qasimlo û hemu Şehidan ji rejîma axundên İranê vedikin.
Ruhê wî şad rêbazê wî berdewam be.
13.07.2026
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!