
RIHÊ ŞOREŞGERÎYA 1 Ê GÛLANÊ RÎYA
ME RONAHÎ DIKE
1 Gûlan Roja yekîtî, tekoşîn û
piştgirîya kedkarên dinê ye.
1 Gûlan remz û nîşana berxwedana
qada bindest e, li hember hemû zilm û zordarîyan.
Karker û kedkarên hemû dinê, jin û
ciwanên hemû welatan di roja yekê Gûlanê de ji bo pêşerojekî serfiraz û
wekhevî, hêza xwe yek dikin û ala tekoşînê bi hev re bilind dikin.
Her weha li Tirkîye, ji bo gelê me
û hêzên demokrasîxwazan roja 1 Gûlanê, roja tekoşînê ye li dijî zordarîyan, li
dijî şovenizmê, şer û pevçûnê.
Divê serdema me ya îroyîn de,
mîrovahî ji bo azadî û demokrasîyê bi
gavên mezin ber bi pêşve dimeşe, lê li Tirkîyê bi dehan milyon kes li jêr
sînorê birçîtîyê di nav feqîr û belengazîyê
de debara xwe dikin.
Bi milyonan kes di nav şert û
mercên xirab de, ji pêşeroja xwe bê hêvî û gûman, ji hemû mafên mîrovahî bê par
in. Jin, di bin tehdît û zordarîyekî dubendîyê da ne, ciwan ji pêşerojê bê hêvî
ne. Civak daxwaza wekhevî, azadî û edlayîyê dike.
Gelê Kurd ku jimara wî li dor 30
mîlyonî ye, hîn jî, ji mafê xwe yê neteweyî û demokrati bêpar e. Ew nikare bi
zimanê xwe yê şêrîn perwerde bibe. Nasnama wî
di qanun û destura bingehînde cîh nine. Hemû daxwazên wî yên azadîyê û
demokrasîyê bi tund û tujî tên pelixandin.
Di van herc û mercan de giringîya
rihê 1 Gûlanê û rihê wê yê şoreşgerî hîn
baştir dertê holê.
Ji bo azadî, demokrasî û wekhevî ya
daxwazên Gelê Kurd,
Ji bo daxwazên karkeran, jinan, ciwanan
kû daxwazên mafên perwerdê, destxistina kar û mafê jîyanek bi rûmet dikin,
Ji bo pêşerojeke azad, dadmend û
ewle bo her kesî,
Werin em hemû bi hev re dakevin
qadên 1 ê Gûlanê.
Werin em di vê 1ê Gûlanê de carekî
din bidin zanîn kû destxistina azadîyê bi tekoşînekî hevpar mumkun e.
Bijî yekîtî, hevkarî û tekoşîna
Gelê Kurd û hemû bindestan.
BIJÎ 1 GÛLAN
01.05.2023
Partîya Sosyalist a Kurdistan
(PSK)
ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!
DİLİMİZ ULUSAL VARLIĞIMIZIN TEMEL STUNUDUR, ONA SAHİP ÇIKALIM!
1925 Şêx Said Hareketi’nin 101. yıldönümü vesilesiyle kamuoyuna açıklama
Daxuyanî ji bo Raya Giştî Ji bona 101emîn Salvegera Tevgera Şêx Seîd a 1925an
KEDA BOZASRLAN A JIBO DOZA KURD JI BÎR NABE
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
Li Hember Enfal a li dijî Hebûna Gelê Kurd Bêdeng Nemînin
Kürd Varlığına Yönelik Yeni Enfallere Sessiz Kalmayalım
BASINA VE KAMUOYUNA
JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ