Di 5ê Adara 1991’an de, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê, ji rewşa navneteweyî û lawazbûna rejîma Baasê sûd wergirt û di nava 15 rojan de xaka bav û kalên xwe ji Zaxo bigire heta Çiyayê Hemrînê rizgar kir.
Pîrozkirina Newroza 1991’an li Kerkûkê bi azadî, bû lûtkeya Raperînê.
Raperîna sala 1991’an, berhema baweriya bi azadiyê, berxwedana gelê Kurd, rêveberiya siyaseta realist û aqilmend, sûdwergirtina ji hel û mercên navneteweyî û yekîtiya hêzên niştimanperwer bû.
Îro jî rewşa navneteweyî û lawazbûna dewletên dagirker, derfetên guncaw ji bo raperînên nû, bi taybetî li Rojhelatê Kurdistana diafirîne.
Em bi dil û can salvegera 35’emîn a Raperînê pîroz dikin û piştrast in ku Hikûmeta Herêmê û hêzên welatparêzên Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên Raperînê wê biparêzin û bi pêş ve bibin.
Em piştrast in ku hêzên niştimanperwerên Rojhelatê Kurdistanê, yên xwedî tecrûbe, zana û tekoşer in û hevkariya xwe pêkanîne, ji rewşa navneteweyî û lawazbûna rejîma Komara Îslamî sûd werdigirin, xebata xwe bi pêş ve dibin û digihîjin armancên xwe yên neteweyî û demokratîk.
Em hêvîdar in ku Raperîn û ders û tecrûbeyên wê, ji bo hemû Kurdên welatparêz, bi taybetî ji bo Kurdistana Başurêrojava û Bakûrê Kurdistanê jî bibe ders û ronahiyekê.
Ders û ruhê Raperînê riya me ronî dike.
Raperîn li gelê Kurd pîroz be!
PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
5ê Adar 2026
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!