
Îro (04.06.2025) li gorî biryara ku di Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurd de ku di 26ê Nîsanê de li Qamîşloyê hatibû lidarxistin, ji bo diyalogê bi hikûmeta Şamê û aktorên navneteweyî re rêvebibe, şandeyeke hevbeş hat avakirin.
Şandeya Kurd a ku hate
avakirin ji Perwîn Yûsif û Mihemed Îsmaîl, Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed
Silêman, Silêman Oso, Selah Derwîş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif pêk tê, ku
nûnertiya hemû partiyên siyasî yên Kurd dikin.
Em Şandeya Kurd bi dil û
can pîroz dikin, ku ji bo nirxandina rewşa siyasî ya li Sûriyeyê li gorî
berjewendiyên gelê Kurd û misogerkirina bidestxistina mafên neteweyî yên gelê
Kurd li Rojava hat avakirin.
Em bi awayekê xurt bawer
dikin ku Şandeya Kurd dê hem berjewendiyên gelê Kurd biparêze û hem jî di
avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî da rolekê erênî bilîze.
Em di vê pêvajoya dîrokî
de ji Şandeya Kurd a hevbeş a li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin re
serkeftinê dixwazin û piştgiriya xwe ya tevahî pêşkêşî wan dikin.
Bê guman her destkeftiyek
gelê Kurd li Sûriyeyê dê bandorek erênî li ser têkoşîna azadiyê ya gelê me li
Bakurê Kurdistanê bike.
05.06.2025
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!