Şengal Birînek vekirî Ye, hêji Nehatiye Derman Kirin

Hemî şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dema rêxistina terrorist a DAÎŞê di 3. Tebaxa 2014an de berê xwe da Şingalê û êrîşî herêmê kir, li Şingalê komkûjî û hovîtiyek mezin û nedîtî anî serê Kurdên Êzîdî.

Bi sedhezaran xelk koçber û perîşan bû û xwe li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê girt. DAÎŞa hov derdora tevayê Çiyayê Şingalê dorpêç kiribû. Heftiyekê zêdetir bi dehhezaran Êzîdî li serê Çiyayê Şingalê mane asê û bê çare bûn. Di wê kela kela havînê de xelk jar û perîşan bûbû, ji ber nebûna nan û avê bi sedan, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.

DAIŞê har û hovîtiyek xedar li ser Civaka Êzîdî meşand. Bi hezaran kuştin û serjêkirin, û zêdeyî 7.000 jî dîl ketin destên wan. Keç û jin wek kole li sûkan firotin dewlemendên Ereb û êş û azarek nedîtî anîn serê wan.

Heta vê gavê zêdeyî 3.500 ji wan keç û jinên revandî bi rêya nivîsgeha Serokwezaretiya Herêma Kurdistanê, ji aliyê çalakvan û saziyên Civaka Êzîdî yên xwebexş û gelek rêyên din hatin erizgar kirin, lê li gel ku ji zû de hêza DAIŞê hatiye şikandin û Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê û şervanên Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya hêzên hevpeyman yên navdewletî derbeyên mezin jî li wan dane, mixabin heta vê gavê jî hê zêdeyî 3.000 keç û jinên Êzîdî hunda ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Ji bilî vê yekê, heta niha, piştî fermanê 11sal in  bi sedhezaran Êzîdî di welatê xwe de, di kampên penaberan de, di bin şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin.

Eve bû çend sal ku Kurdên Êzîdî rastî vê ferman û jenosîda mezin hatine. Heta îro jî mixabin hê pirsgirêkên wan nehatine çareser kirin û birînên wan nehatine derman kirin. Şingal heta vê gavê jî nehatiye nûjen kirin, alîkariya xelkê nayê kirin û Şingal jî her di bin kontrola milîsên Îranê yên wek Heşdî Şabî da berdewam dinale.

Hikûmeta Bexdayê di sala 2020an de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêkeftina Şingalê îmze kiribû. Iraq heta niha bi tu erkên xwe ve ranebûye, tu pêngavên erênî ji bo çareseriyek bingehîn û mayînde ji bo nûjenkirina Şingalê, xizmetgûzariyan û vegera koçberan, rewşa asayî û ewlehiyê neavêtiye. Bi ser da jî her di nava hewldanan de ye ku alîkariyê ji ser kampên koçberan li Kurdistanê qut bike û bi vî şêweyî koçberan mecbûrî vegerê bike. 

Li gel van hemû pirsgirêkan, em herweha bala xwe didinê ku hin aliyên siyasî jî bi berdewamî vê rewşa xirab a xwîşk û birayên me yên Êzîdî ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û komî bi kar tînin û astengên mezin diafirînin . Ev helwesta han xizmeta berjewendî û çareseriya birîn û pirsgirekên Kurdên Êzîdî nake û em vê yekê jî rast nabînin û şermezar dikin.

Em di 11 min  salvegera ferman û komkujiya Şingalê de, hemû şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û nefretê li kiryarên DAIŞê yên hovane dibarînin.

Bi vî bone ve, em careki dinê banga Hıkumeta Herêma Kurdistanê û hêzê welatparêzên Başurê dikin, ku bi hevra bona ci be ci kirina peymana Şingalê û baştır kirina rewşên panaberên Êzidî zext li hıkumeta Baxda bikin.

Em banga rêxistinên Kurdi yên diyasporayê dıkın, ku pêkve nasandına karesta Şingalê wekî „jenosid“ kar û xebatê bikin.

03.08.2025

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Buroya Çapemenî û Ragîhandinê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik