Serokê PSKê Bozyel: Di vê Newrozê da hêviya me xurt, em hêj nêzîgê azadiyê ne

Peyama Serokê Giştî Bayram Bozyel a jibo Newrozê ku di roja 18ê Adarê 2023an da di şahîya Newroza Lozanê da hat xwendin.

Di vê Newrozê da hêviya me xurt, em hêj nêzîgê azadiyê ne

Îsal carek dî em agirê Newrozê vêdixin.

Bi rihek neteweyî, bi şiurekê xurt  ya serkeftinê em li qadên têkoşanê ne.

Em bi baweriyek mezin, riya têkoşana Kawayê Asinger ya li dijî Dehaqê zalim despêkirî bi sedan salin berdewam dikin.

Piştî her binketinekê em ji nû vedijîn, kilama serkeftinê ji nifşekê vediguhêzin bo nifşek dî.

Jibo azadiya Kurdistanê li Diyarbekirê, Mahabadê, Hewlêrê û Qamişloyê refên me şidayitir in.

Îsal em bi dengek bilindtir şiara Jin, Jiyan, Azadî diqîrên ku keça Kurd Jîna Emînî ya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bilindkirî. Em silav li têkoşana bê wêne ya jina Kurd ya di riya azadiya kurdistanê da dikin.

Em îro agirê Newrozê gurtir vêdixin, bi germahiya ev agir ber bi rojên azad û bi rûmet dimeşin.

Jibo ku vê Newrozê veguherînin bihara azadiyê, bikin despêkek nû,  em xudan dîrokek dewlemend ya tekoşînê ne.

Em ê serkevin.

Em ê vê sedsalê bi azadiya Kurdistanê bixemilînin.

Her wisa îsal 100 saliya Peymana Lozanê ye ku  Kurdistan pê hatiye dabeşkirin.

100 sal di ser Peymana Lozanê ya navneteweyî  debasbû ku bûbû semedê parçekirina Kurdistanê û zeftkirina hemî mafên neteweyî û însanî yên gelê Kurd. Bi dirêjahiya qirnê borî li beramberê gelê Kurd zilm û zordariyek nedîtî, înkar, bişaftin û komkujî hatin kirin. Gelê kurd li dijî van kiryarên zilm û  zordariyê bi giyanek fedekarî û berxwedanên bi berdêlên mezin gehişt roja îro. Ji wê rojê heta îro hebûna xwe ya neteweyî û îradeya azadiyê zindî ragirt. Di encama têkoşana azadiyê ya rewa statukoya ku Peymana Lozanê avakiribu ketîye pêvajoya têkçunê û qonaxa xetimiyê. Sazumana navdewletî ya dijî Kurd ku 100 sal berê li Lozanê hîmê wê hatibu danîn lingê wê yê Îraqê hilweşiya ye, li Îran û Suriyê jî li ber hilweşînê ye.

Em li vê derê bang li hemî wan hêzên navdewletî û dewletên herêmê dikin ku berpirsyariya wan di Peymana Lozanê da hene. Werin em Peymana Lozanê; ku qeyd li gelê Kurd daye û li dijê pîvanên wekheviya miletan, jiyana azad û bi rûmet e betal bikin. Li herêmê jibo avakirina aştiyek mayînde, seqamgîr, jiyaneke pêşketî rupelek nû bo miletê Kurd vekin ku li Kurdistanê bi azadî bijî .

Gelê me yê mêrxas û têkoşer,

Mixabin ku em bi dilek xemgîn pêşwaziyê li Newroza îsal dikin.

Jiber ku felaketek mezin bi serê me hat. Di erdheja 6 ê Sıbatê da ku li Kurdistan û Tirkiyê qewimî 50 hezar însanên me jîyana xwe winda kirin. Bi sed hezaran birîndar bûn. Bi deh hezaran mal wêran bûn. Bi milyonan însanên me bê xanî û bê sitar, mehkûmî zirûfên dijwar kirin.

Di encama politikayên dewletê da felaketa erdhejê veguherî qetliamê.

Li hember vê gelê me jibo pêçana birînên xwe bi hestek hevxemî û piştevaniyê seferber bûye. Em ê ji vê rewşa giran bi rihek neteweyî û piştevaniyê xilas bibin. Jibo kewandina birin û janên vê felaketa erdhejê wek milet lazime em mil bidin milê hev.

Em miletek in ku li hember gelek komkujiyan li ser xwe mane, ji sedan tengaviyan derketîne, gelek caran ji mirinan ji nû ve vejiyane. Em dê bi rûyên spî ji van rojên dijwar jî xilas bibin.

Di vê Newrozê da jan û êşên me çiqas giran bin,   îrade û hizra me ya jibo azadiyê jî ewqas xurt e.

Di destê me da ye ku em Newroza îsal bikin bihara azadiyê, despêkek û vejînek nû .

Em ê bi serkevin.

Emê vê sedsalê bi azadiya Kurdistanê bixemilînin.

Mafê me ye ku em li welatê xwe Kurdistanê bi rûmet û azad bijîn.

Bi têkoşanê em ê mafê xwe bidest bixin.

Bijî Newroz!

Bijî azadiya Kurdistan!

18.03.2023

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalist a Kurdistan

          (PSK)

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik