Çend roj berê (17 Hezîran 2024) keştiyekê ku zêdetir Kurdên koçber tê da bûn, li Behra Sipî li peravê İtalyayê alabora bû û bi piranî zarok 70 kes wenda bûne.
Li gor agahîyan, ji wan kesên ku binavbûna keştiyê da wenda bûne 19 kes welatîyê Kurdistana Başur in. Ji wan jî 11 kes ji Hewlerê, 8 kes jî ji Silêmanîyê ne.
Li gor texmînan dibe ku hejmara mirîyên Kurdên koçber hîn zêde bibin.
Em sersaxîyê li malbatên qurbanîyên Kurd û li Herêma Kurdistanê dikin û ji mirîyan ra rehmetê dixwazin.
Wek tê zanîn, Kurdên ku ji şer û xizanîyê direvin, bi salan e ku di avên Behra Sipî da dixeniqin. Ger wisa be, ev karesat ne dê ya ewil be ne jî ya dawî...
Ji ber vê yekê em bang li Yekîtiya Ewrupa û Civata Navdewletî dikin ku tevdîrên pêwîst bigirin da ku felaketên bi vê awayî dubare nebin.
22.06.2024
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN
(PSK)
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!