Şewata Madimakê Berdewam e

Di encama êrîşa İslamiyên tundrew li ser Şahiya Pir Sultan Abdal li Sewazê, Otela Madimak hatibû şewitandin û têda 33 nivîskar, hozan û ronakbirên Alevî hatibûn kuştin.

Îro li ser katliama Madimakê 31 sal derbas dibe, lê belê Otela Madimak hêşta ji dişewite. Ji ber ku;

Siyaseta asimilekirin û ji holêrakirina Kurd, Alevî û pêkhateyên din yên netewi û olî a dewleta Tirk berdewam e,

Berpirsên rasti yên komkujiya Madimakê, ku di kurahiya dewletê hatiye amade kirin û li ber çawê hêzên asayişa dewletê hatiye ci be kirinê, hêşta jî nehatine dadigeh kirinê,

Serokwezirê vê demê Tansu Çiler, ku gotibû “Şikir bo Xwedê çu zirar li cemaate negihişt”, ku bona şewitandina Madimakê li ber otelê kom bibûn, hêşta jî li ba dewlet û hikumata heyî xudanê qedir û qiymet e,

Berpirsên mezin, ku di amade kirin û ci be ci kirina Qatliema Madimakê da rola wan hebû û li ber dadigehê kujer û qetilkaran parastinê, bûne wezîr, nuner û serokê şaredaran,

Di dema R. Tayip Erdogan da, ku gotibû “em icaze nadin tu tawan di kuçê û kolanên Enqerê da wunda be,”  gelek tawanbar, ku derhaqa wan da Bultena Sor hatibû derxistin, ji dewlete muçe girtin,

Gava Doza Madimakê ji ber derbas bûna dema diyarkirî ket, Erdogan got, ku “adalet cigir bû”,

Rêxistin û rojnamevanên, ku bona eşkere kirina rastiyên komkujiyê kar û xebat dikirin, ketine ber êrişa dewletê rê li ber wan hate girtin,

Çalakiyên, ku bona bi bîr anina qurbanên Madimakê têne amade kirine, têne qedexe kirinê,

Ji ber wan sedem û weki wan, şewata Otela Madimakê heya, ku berpirsên rasti yên komkujiyê eşkere dibin ê têne dadigeh kirinê, heya ku dewlet ji malbatên qurban û komelgeha Alevî daxwaza lêborinê bike, heya ku mafên demokratik yên Alevi bê qeyd û şert bêne nasin û Desturê da ci bigrin, wê berdewam be.

Em komkujiya Madimakê careki dinê protesto dikin.

Li ber hizura qurbanên Madimakê qirnoş dibin.

Em piştgirê xebata Aleviyan e, ku bona bi dest xistina mafên xwe yên rewa dikin.

02 Tirmeh 2024

Partiya Sosyalîsta Kurdistan

                 (PSK)

    Ofisa Çapemeniyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik