
Me wek Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di qonexekî da
ku hewcedarîya dîyalox û xurtkirina pêwendîyên partî û dezgeyên Kurdistanî
ferztir bûye, roja 13.11.2023an li Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistanê Ofisa
PSKê bi fermî vekir.
Di vekirina Ofisa me ya li Hewlêrê da, ji çar parçeyê
Kurdistanê gelek partî û rêxistinên siyasî, rojnamevan, hûnermend û aqademisyenan
me tenê nehiştin û beşdarê merasîma vekirina ofisa partiya me bûn. Yên ku
nikaribûn rasterast beşdar bibin jî bi peyamên xwe yên ji dil serê me bilind
kirin.
Di rojekê me yê wisa şahî û girîng da, em bi beşdarîya partî
û kesayetîyên giranbuha û bi peyamên pîrozbahîyê gelek kêfxweş û şanaz bûn.
Ji ber beşdarî û nezaketa wan, em ji wan hemî partî,
rêxistin û kesayetîyên me yên hêja ra spasîyên xwe yên germ û birayane pêşkêş
dikin.
Hûn her hebin, em ê tev da serkevin.
Di dema ku bi minasebeta vekirina Buroya Partiya me em li
Hewlêrê bûn, ez û hevrêyên xwe Selva Baksi, Celal Yıldız, Serhad Bozhan û Weli
Koparan bi gelek partî û rêxistinên Kurdistanî ra civîyan, me bi wan ra
hevdîtinan çêkir. Me hinek ji wan li
Ofisa xwe ezimand, hinekan jî me serdana wan kir.
Di wexta ku em li Hewlêrê bûn, em wek PSK bi Rêzdar Fazil
Mirani û endamên Politburoya PDKê, Rêzdar Mustafa Hicri Nunerê HDKİ û hevalên
wî, Rêzdar Kawa Mahmud Sekretêrê Giştî Hizba Şuî, Rêzdar Belên Abdula Sekretê
Zehmetkêşan, Rêzdar Dr. Hemid Derbendi Serokê Diwana Serokatîya Kurdistanê,
Rêzdar Cafer Eminki Berpirsê Pêwendîyên Giştî yê PDKê, Rêzdar İbrahim Buro Endamê
Politburoya Partî Yekiti Kurd Suriye, Rêzdar Behzat Beşiri Sekreterê Giştî yê
PDKSê, Rêzdar Mustafa Özçelik Serokê
Giştî yê PWKê û heyeta wî, Rêzdar Salar Serhad Berpirsê Eleqata a YNKê, Rêzdar
Eli Şemdin Nunerê Partîya Pêşveru li Herêma Kurdistanê, Rêzdar Dr. Salar Osman
û gelek sîyasetmedar, hûnermend û kesayetîyên
girnabuha ra civîyan û derbarê rewşa herêm, Kurdistan û dewletên deverê da me
hevdîtinên gelek baş û berhemdar çêkir.
Em wek Partîya Sosyalist a Kurdistanê, wek ji destpêkê heta
îro, em ê ji anha û pê ve jî ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe û hemî aliyên
Kurdistanî û pêkanîna hevkarî û stratejiyekê hevbeş têbikoşin û bixebitin.
Ji ber ku em vê karê wek karekê pîroz û kilîdê azadîyê
dibinin.
17.11.2023
Bayram Bozyel
Maraş’ın Yarası Kanamaya Devam Ediyor!
Cejna Rojiya Êzî Pîroz Be
Leyla Zana’ya Edilen Hakaret Ve Küfürler Halkımıza Edilmiştir!
Roja Ala Rengin Pîroz Be!
Karanîna madeyên hişbir paşeroja me dixe metirsiyê
Gelin Çocuklarımıza Sahip Çıkalım
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYEKÎ SÎYASÎ Û WEKHEV VE MUMKUN E
KÜRD MESELESİNİ SİYASAL VE EŞİTLİKÇİ YÖNTEMLE ÇÖZMEK MÜMKÜNDÜR
Êrîşa li hember Mesûd Barzani Nîşaneya Dijminatiya li dijî Kurdan e
Mesud Barzani’nin Şahsına Yapılan Saldırı Kürt Düşmanlığının Dışa Vurumudur