Em Bangî Malbatên Kurdan Dikin
Di dibistanan da ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya zimanê kurdî hilbijêrin
Di dibistanên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê da, di
polên 5, 6, 7 û 8 an da mafê malbatan heye ku wek dersa bijarte, ji bo zarokên
xwe dersa kurdî( kurmancî, kirdkî/zazakî) hilbijêrin.
Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, mafekî rewa û
bingehîn ê miletê Kurd e. Li gel parastina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî,
divê em li mafê xwe yê dersa bijarte ya kurdî jî xwedî derkevin.
Malbatên kurdan çiqasî zêde zarokên xwe li dersên bijarte
yên kurdî qeyd bikin, dê ewqasî zêdetir pêwîstî bi mamosteyên Kurdî jî çêbibin,
di beşên zimanê kurdî da, dê hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêdetir bibe, dê bazara pirtûkên kurdì,
tîcareta bi zimanê kurdî, bazara telewîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda
yên bi kurdî jî firehtir bibe.
Ev yeka jî dê bingehê perwerdeya bi zimanê kurdî xurtir
bike.
Em berîya her tiştî
bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku;
●
Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji
destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be,
divê gavên pêwîst bêne avêtin.
●
Ji bo zimanê kurdî
bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne
avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê da divê guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.
Em bangî her kurdekî
jî dikin ku;
●
Zarokên xwe li dersa
bijarte ya kurdî(kurmancî û kirmanckî/zazakî) da qeyd bikin. Roja dawî ya
serîlêdana ji bo dersa bijarte, 20ê Çileya Paşîna 2023yê(20.01.2023) ye.
●
Piştgirîya hemû xebat û kampanyayên ji bo zimanê kurdî bibe
zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.
●
Kurdên ku bi kurdî
nizanin hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî kurdî bibin.
●
Hemû kurdên ku bi
kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan , li sûkê, li dibistanan, di
karên xwe da, di jîyana rojane, di tîcaretê da zimanê kurdî wek zimanê xwe yê esas
yê jîyanê bigirin.
●
Hemû partîyên
sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar
rewşenbîr û hunermendên kurd, divê kurdî wek zimanê xwe yê esasî yê
sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî bigirin.
13.01.2023
HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PDK(Partîya Demokrat a Kurd)
PDK-BAKUR(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)
Kürt aileleri çocuklarını Kürtçe
seçmeli derse kaydetmeye çağırıyoruz
Türkiye ve Kuzey Kürdistan’daki okullarda çocukların 5,6,
7,8. sınıflarda Kürtçe seçmeli ders hakları mevcuttur.
Elbette ki Kürtçe ana dilde eğitim hakkı, Kürt milletinin en
meşru hakkıdır.
Kürtçe ana dilde eğitim hakkını savunmalıyız, ama Kürtçe
seçmeli ders hakkımıza da sahip çıkmalı ve bu hakkımızı kullanmalıyız.
Kürt aileler çocuklarını ne kadar çok Kürtçe seçmeli derse
kayd ederlerse, o oranda da Kürtçe öğretmen ihtiyacı da artacak, üniversitelerin
Kürtçe bölümlerine daha fazla Kürt dili öğretmeni yetiştirilmesini de
beraberinde getirecek, Kürtçe kitap ihtiyacı, Kürtçe ticari faaliyet oranı,
Kürtçe TV, film ve diğer faaliyetler için Kürtçe bilen kadro ihtiyacı da
artacaktır.
Bu durum Kürtçe eğitim için daha güçlü bir zemin
yaratacaktır.
Türkiye Devleti
yöneticilerine çağrıda bulunuyoruz;
●
Kürtçe seçmeli dersin
anaokulundan başlayarak, birinci sınıftan 12. Sınıfın bitimine kadar devam
etmesi için gerekli yasal düzenlemeler yapılmalıdır.
●
Kürtçenin resmi dil
olması ve Kürtçe ana dilde eğitim hakkının tanınması için gerekli adımlar
atılmalı, yasal ve anayasal düzenlemeler yapılmalı ve garantiler sağlanmalıdır.
Tüm Kürtlere de
çağrıda bulunuyoruz;
●
Çocuklarınızın Kürtçe
(Kurmancî ve Kirmanckî/Zazakî) seçmeli
ders almalarını sağlayalım. Unutmayın; Kürtçe seçmeli ders için son başvuru
tarihi 20.01.2023 günüdür.
●
Kürtçenin resmi dil
olması ve Kürtçe ana dille eğitim hakkının tanınması için açılan tüm
kampanyaları ve yapılan çalışmaları destekleyelim.
●
Anadilini unutmuş
Kürtler, tüm imkanlarını seferber ederek Kürtçe öğrenmelidirler.
●
Kürtler yaşamın her
alanında; evde, sokakta, işyerinde, okulda, ticari yaşamda, kendi aralarında
anadilini(Kürtçe) konuşmalı ve bunu yaygınlaştırmalıdır.
●
Tüm Kürt siyasi
partileri, STK’ları, demokratik kitle örgütleri, TV, radyo ve basın-yayın
kuruluşları; Kürt siyasetçi, yazar, sanatçı, aydınları; tüm siyasal, kültürel,
sanatsal, yazınsal ve yayın faaliyetlerinde Kürtçeye öncelik vermeli ve
Kürtçeyi temel dil olarak kullanmalıdırlar,.
HAK-PAR (Hak ve Özgürlükler Partisi)
PAK (Kürdistan Özgürlük Partisi)
PDK (Kürt Demokrat Partisi)
PDK-BAKUR (Kürdistan Demokrat Partisi-Kuzey)
PSK (Kürdistan Sosyalist Partisi)
TDK-TEVGER (Kürdistan Demokratik Hareketi)
1 Gulan roja têkoşan, hevkarî û yekitiya kedkaran e. Hemî
karker û kedkarên cîhanê îro carek dî
jibo daxwazên azadî, wekhevî û edlayiya civakî derdikevin qadan. Bi ked û xuha
eniya bindestan di encama bi 100an salên xebata dûr û dirêj, deskeftên giring
bidest xistin. Di sedsala borî da encama têkoşana bê navber ya karker û
kedkaran guherînên mezin li cîhanê pêkanîn.
Ligel van hemiyan jî hêj sazumanek adil û wekhev li cîhanê
ava nebuye. Îro li seranserê cîhanê bi milyaran însan rû bi rû yê birsîtiyê ye.
Hejmarek berçav ya nufusa cîhanê bi qasê pêwist ji ava paqij û xwarina rojane
bê par in. Rojane bi hezaran zarok ji ber pirsgirêkên tenduristî û kêm
derfetiya xwarinê dimirin. Li beşekî mezin yê cîhanê zarok, jin û temen mezin
ji derfetên tendirustî û jiyanek bi ewle dûr in.
Kedkarên li Tirkiyê di xirabtirîn rewşê da ne. Qeyranên
aborî û siyasî jiyana bi milyonan însanan têk daye. Bi zextên siyasî û sazumana
otoriter mafên bingehîn û azadî têne zeftkirin, sendîkayan bê mecal dikin û
mafê grev girtinê ji holê tê rakirin. Rojane însanan bi şêweyek keyfî ji kar têne
derxistin.
Li Kurdistanê rewş hêj girantir e. Di van 6-7 salên dawiyê da dubare siyaseta şer û tund û
tujiyê jiyan li Kurdistanê felç kiriye.
Xizanî û bê karî gehiştiye asta bilind. Gelê kurd ne tenê ji aliyê aborî û civakî
ve, di heman wext da ji mafên bingehîn û azadiyê ve jî bê par maye. Nasnameya
kurd di warê yasayî da nayê naskirin, zimanê kurdî bi azadî nayê bikar anîn,
heta cihê gor/qebrên kurdan jî nayêne aşkira kirin.
Ev zihniyeta ne demokratik û haşatiyê nayê qebûlkirin. Heta
mafên bingehîn yên gelê kurd neyên naskirin, li Tirkiyê aştî berqirar nabe,
pêşketinên aborî û edlayî çênabe.
Îro daxwazên gelê Kurd yên azadî û wekheviyê û yên karker û
kedkaran yên jibo edaleta civakî, sendikayî û aborî di nav hev
da ne.
Li herêmê û cihanê jibo avakirina aştî û jiyanek bi rûmet ya
kedkaran hewceyî bi sazumanek adilane û wekhevîyê heye.
Werin di 1 Gulanê da hem jibo gelê Kurd him jî jibo karker û
kedkaran em daxwazên azadî, wekhevî û edlayiyê pêkve biqîrin.
Serkeftin dê ya têkoşeran be.
Emê bi hevra têbikoşin, bi hevra serkevin.
Bijî 1 Gulan, roja çîna karker ya têkoşan û hevgirtinê.
Bijî têkoşana gelê Kurd ya rewa û azadîxwaziyê.
01.05.2024
Partiya Sosyalist a
Kurdistan-
(PSK)