Îro, 100 salîya darvekirina Serokê Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê (Azadî) Xalid Begê Cibrî û hevalên wî ye. Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Alî Riza Beg, Faîk Beg û Mala Abdurrahman roja 14’ê Nîsana 1925’an de ji aliyê Dadgeha Îstiqlalê a Rojhilat ve bi ithama organîzekirina tevgera Kurd a 1925’an hatin tawabar kirin û dadigeh derheqa wan biryara darve kirinê da.
Hikumeta Kemalist û hikumetên pêy wê, dixwastin bi darê zorê û girtin û gulebaran kirina serokên netewiyên Kurd pêşiya xebata azadiya Kurdistan bigrin. Lê belê kar û xebata neviyên Xalid Beg yên sedsalê borî nişan daye ku xeyalên dagirkeran puç û vala ye.
Neviyên Xalid Begê Cibrî, nehiştin, ku ala azadî ya ku di destê wî û serokên din ên netewî yên Kurd de hatiye bilind kirin, bikeve erdê û nahelin jî.
Di salvegera şehadeta wan de, em careke dinê Xalid Begê Cibrî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û dubare dikin ku emê heta serkeftinê têkoşîna wan bidomînin.
Divê cihê gorên Xalid Begê Cibrî Seyîd Riza, Şêx Seîd û Seîdî Nûrsî bên eşkere kirinê.
Xalid Begê Cibrî û hevalên wî nemir in.
14 Nîsan 1925
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ
CHP’ye Yönelik Mutlak Butlan Kararı Yargının Siyasete Açık Müdahalesidir
Polîsan li Qoserê êrîşî çalakîya ji bo zimanê kurdî kirin
15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!
Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye
Dersim Tertelesi’ni Unutmadık, Unutmayacağız!