
Helwesta xwedîlêderketina zimanê Kurdî, helwesteke welatperwerî û mirovahiyê ye!
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Ev roj
di 17’ê Mijdara 1999’an
de ji aliyê UNESCO’yê ve hat pejirandin û îlan
kirin. Vê Rojê bo zimanên cîhanê rojekî girîng e, lê
ji bo me Kurdan girîngiya wê pir zêdetir e, ji ber ku zimanê me hê jî di bin qedexe û zextên giran de ye.
Ji
damezrandina Komara Tirkîyê heta îro, li
Bakurê Kurdistanê gelek nirxên neteweyî hatin qedexekirin, di serî de zimanê
Kurdî. Bi hezaran Kurd ji ber axaftin, nivîsandin, xwendin û weşandina
bi Kurdî hatin darizandin, cezayên giran girtin, ketin zîndanan. Heta “fîskandina” bi Kurdî jî qedexe bû û bû sedema sezayê! Dijmin baş dizane: Zimanê
miletekî dema were qedexekirin û ji
bîr kirin, wê millet jî winda bibe.
Îro jî
li Bakurê welatê me ev xeterî berdewam e. Her sal bi sedan
binpêkirinên li dijî zimanê Kurdî qewimîn: Ji
Meclisê bigire heta zîndanan, ji kolanan bigire heta
dibistanan, Kurdî wek “sûc” tê dîtin û tê
hedefgirtin.
Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bang li
gelê xwe dikin:
• Di hemû warên
jiyanê de bi Kurdî (Kurmancî û Zazakî) biaxivin, bixwînin, binivîsin!
• Ji bo Zarokên
xwe dersên zimanê Kurdî hilbijêrin!
• Her mal divê bibe
dibistaneke Kurdî!
Em carekî din bang li dewleta Tirk û saziyên navneteweyî dikin:
• Astengiyên li ser zimanê Kurdî rakin!
• Kurdî di hemû qonaxên
perwerdeyê de divê bibe
zimanê perwerdeyê!
• Li Kurdistanê divê Kurdî bibe
zimanê fermî!
•
Divê kriterên navneteweyî yên derbarê
zimanê dayikê cîhbicî bibin.
•
Rê nedin windabûna zimanê Kurdî kû
gelekî bi milyonan bi wî zimanî
diaxifin.
PSK
careke din radigîhîne:
Zimanê Kurdî ne tenê zimanê
siyasermedaran, rewşenbîran, niviskaran, bawermendên olî ye, zimanê
me hemûyan
e!
Ji ber
vê yekê divê em hemû bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin.
Zimanê me hebûna me ye!
Li her derê jiyanê bi Kurdî bifikire, bi
Kurdî biaxivin!
20.02.2026
Buroya
Çapemenîyê ya
Partiya
Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK)
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor
Ragihandina Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê
Kuzey Kürdistan Ulusal Birlik Girişim Konferansı Sonuç Bildirgesi
Em Bi Germahî 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî Pîroz dikin
8 Mart Dünya Kadınlar Günü'nü Coşkuyla Kutluyoruz
Raperîn’in 35.Yıl Dönümü Kutlu Olsun
Salvegera 35’emîn a Raperînê Piroz Be
Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be
Doğu Kürdistan Siyasi Partiler İttifakı Kutlu Olsun!